Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan 2023-08-16 13:57:00   DÎLOK - Karkerên li Artemîs Hali ku li 3’yemîn Herêma Senayî ya Organîze ya Dîlokê ye dixebitin, li dijî zema kêm dest ji kar berdan.    Karkerên li Artemîs Hali ku li 3’yemîn Herêma Senayî ya Organîze (OSB) ya Dîlokê ye dixebitin, li dijî zema kêm dest ji kar berdan. Karkerên di beşa raçandinê ya Artemîs Haliyê de dixebitin, zema ji sedî 34 a ji aliyê patron ve hate dayîn, qebûl nekirin. Karkerên teklîfa zemê ya 16 hezar û 500 lîre yên mehaneya halfeyan û 14 hezar û 100 lîre mehaneya têlkaran, qebûl nekirin hilberîn rawestandin.    Karker dixwazin ku mûçeyê halfeyan herî kêm 20 hezar lîre yê têlkaran jî 16 hezar û 500 lîre bin.