Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê 2023-08-16 15:52:38   AMED -  Şandeyeke ji nûnerên partiyên siyasî ku partlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû jî di nav de pêk dihat serdana gundê Qerhêta yê navçeya Çinarê ku 6 roj in ceyrana wî hatiye birîn kirin.    Li gundê Qerhêta yê navçeya Çinar a Amedê 140 mal ji aliyê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve 6 roj in bêceyran hatine hiştin. Şandeya ku parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû, Hevşaredarê Çinarê Bedrî Kaya, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, endamên meclisa şaredariyê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de serdana gundê Qerhêta kir.    Şandeya ku li mala şînê ya li gund bi welatiyan re hate bahev, maxdûriyeta welatiyan jiya guhdar kirin.    Pişt re parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû axivî.    ‘HÊZÊN XWE YÊN EWLEHIYÊ DÊ BIGIRE LI DIJÎ WAN BISEKINE’    Turkoglû, diyar kir ku dewlet hewl dide bi polîtîkayên cezakirinê gundan vala bike û wiha got: “Gel êdî nikare xizmetê werbigire. Gel nikare bigihe ceyran û avê jî. Dewlet li cem sermayayê disekine. Ji bo ku DEDAŞ zêdetir qezenc bike gel bêav dihêle. Dewlet bixwaze dikar vê pirsgirêkê demildest çareser bike lê heke nexwaze dê hêzên xwe yên ewlehiyê bigire û li dijî gundiyan bisekine. Ji meha Hezîranê ve li hemû gundên Kurdistanê zilma DEDAŞ’ê heye. Ji meha havînê ya herî germ nebûna av û ceyranê ya gel, ji îşkenceyê wêdetir tiştekî din nîne. Hema bêje hewl didin gundan vala bikin û çandiniyê biqedînin.”   Turkoglû ya bi bîr xist ku desthilat deynê çeteyên ji pêncan pêk tên dide, bi gotina “Bila deynê gundiyan jî bide” bertek nîşan da û wiha berdewam kir: “Em ê weke parlamenterên Partiya Çepên Kesk mijarê li Meclisê bînin rojevê. Em ê teqez vê rewşê çareser bikin.”   Şandeya ku serdana gund kir, piştî hevdîtina bi welatiyan re serdana malan jî kir. Şandeya çû cihê ku trafo lê rakirine jî lêkolîn kirin û ji taxê veqetiya.