Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan 2023-08-16 18:52:48       ENQERE- Di Doza Kobanê de ddagehê ji bo nirxandina daxwazan navbereke dirêj da danişînê. Parêzerên dozê jî ji ber ku navber dirêj domand, bertek nîşan dan û bêyî ku li benda biryara navberê bisekinin ji Sîncanê çûn.    Rûniştina sêyan a 29'emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedar lê tên darizandin, li hêwanb Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.    Ji siyasetmedaran Fîgen Yuksekdag û Dîlek Yagli û Zeynep Karaman, ji girtîgeha lê tên girtin bu rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî danişînê şopand.    Di rûniştina îro de ewilî Mehmet Emîn Aktar, parêzerê Emîne Aynayê ku duh axaftina wî di nîvî de mabû, axivî. Aktar diyar kir ku muwekîla wê ne "endama rêxistinê" ye û siyasetmedar e û got: "Ji ber ku li vî welatî şert û mercên siyaseta demokratîk nemane, daxuyand ku ew dets ji siyasetê berdide." Aktar, doza beraetkirina Aynayê kir.   Dîlek Yagli ya girtî jî diyar kir ku deşîfrasyonên SEGBÎS'ê yên danişînê ji wan re nayên şandin û xwest ku ev deşîfrasyon teblîxî wan bên kirin. Ayşe Yagci jî xwest ku belgeyên daxilî nava dosyeyê hatine kirin teblîxî wan bên kirin. Her wiha Yagciyê ji bo parastinê xwest danişîn du rojan bê talêoqkirin û got ku îdareya girtîgehê mafê wan ê komputerê binpê dike û îşaret bi biryara dadgehê ya ji bo vî mafî kir û xwest dadgeh ji bo vê nivîsekê ji midûriyeta girtîgehê re bişîne. Yagciyê bilêv kir ku biryara dadgehê ya duh nehatiye fêmkirin û xwest car din bê dubarekirin. Parêzer Kenan Maçoglû jî daxwaza Yagciyê dubare kir.    Meqama îdiayê jî xwest daxwazên di warê tenduristiyê de bên qebûlkirin û daxwazên din jî bên redkirin.   Dadgehê jî ji bo nirxandina daxwazan navber da danişînê. Navbera ku 3 saet berê hat dayîn hê jî didome.Parêzerên dozê jî ji ber ku navber dirêj domand, bertek nîşan dan û bêyî ku li benda biryara navberê bisekinin ji Sîncanê çûn.