3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin 2023-08-16 22:10:14     STENBOL- Girtî Mûsa Şanak, Mehmet Înal û Adnan Karakaş piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.   Mehmet Înal, Mûsa Şanak û Adnan Karakaş ku di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de bûn, piştî 30 salan ji girtîgehê derketin. MATÛHAY-DER,, ANYAKAY-DER, HDP, KCD û TJA her sê girtî li ber girtîgehê bi kulîlkan pêşwazî kirin.    Mûsa Şanak di sala 1993'yan de li Stenbolê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Bayrampaşayê bi îdiaya "xirakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye. Şanak ku di 29 saliya xwe de hat girtin, di 59 saliya xwe de ji girtîgehê derket.    Adnan Karakaş jî di sala 1993'yan de li Nisêbîna Mêrdînê hatiey binçavkirin û paşê hatiye girtin.Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê bi îdiaya "xirakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye.Karakaş ku di 30 saliya xwe de hat girtin, di 60 saliya xwe de ji girtîgehê derket.    Mehmet Înal jî di 1992'yan de li Avcilara Stenbolê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xirakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye.