Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne 2023-08-17 09:02:27   SEMSÛR - Mexdûrên erdhejê yên gundê Erbaunajorin a navçeya Aldûşê ya Semsûrê ku der barê xaniyên wan de biryara hilweşandinê heye bi lêv kirin ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihekîş ku ev biçinê tune ye û xwestin ji wan re çareyek bê dîtin.    Ji bajaranên ku ji erdhêjên 6'ê sibatê ên Mereşê bandor girtin yek jê jî Semsûr bû. Li Semsûrê piştî 6 mehên erdhejê ji aliyekî ve welatî di konebajaran de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin ji aliyê din ve jî rewşa hilweşandina xaniyên ku zêde xisar dîtine berdewam dike. Piştî erdhejê ji aliyê Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê ve li  Semsûrê navçe û gund jî di nav de bi tevahî der barê 20 hezar xaniyan de biryara hilweşandinê hat dayin. Li bajêr hilweşandina xaniyên ku zêde xesar  xesara giran girtinê berdewam dike, lê welatiyên ku der barê xaniyê wan de biryara hilweşandinê heye ji ber cihê ku biçin tune ye bifikar in. Taybetî li Gundên Semsûrê ku welatî bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikin, ji ber ku beriya xaniyan hilweşînin ji welatiyan re cihekî nîşan nadin an jî çareyekê peyde nakin, welatî careke din jî ji ber hilweşandina xaniyan tên mexdûrkirin.    Li navçeya Aldûşê ya Semsûrê jî welatiyên ku der barê xaniyê wan de biryara hilweşandinê heye naxwazin xaniyên wan bên hilweşandin û bi daxwaznameyan dixwazin biryara hilweşandina xaniyê wan bê batalkirin. Li gundê Erbaunajorin a giredayî navçeya Aldûşê ya Semsûrê ku welatî bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikin derbarê 19 xaniyan de biryara hilweşandinê hatiye dayin. Welatiyên ku em li gund bi wan re axivîn bi lêv kirin ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihe ku ew biçin tune ye û xwestin biryara hilweşandina xaniyên wan bê sekinandin.    'XANIYÊ ME XESAR NEGIRTIYÊ'   Şêniyê gund Omer Kiymaz (45) bi lêv kir ku xaniyê wan di erdheja 24'ê Çileyê 2020 a navenda wê Xerpêt bû de bandor bûye û wan bi masrafeke giran xaniyê xwe tamîr kiriye. Kiymaz anî ziman ku xaniyê wan di erdhejên 6'ê Sibatê de tevî ku xesar negirtiye jî xesara giran hatiye nivîsandin û wiha got: "Xaniyê me di erdheja Xerpêtê de jî xesar dît. Wê deme jî hatin xanî nêrîn gotin em nikarin li vir ji we re xanî çebikin em dê li derva ji we re xanî çebikin. Çend sal di ser de derbas bûn hê xaniyê me teslîm nekirinê. Me jî xaniyê xwe yê gund ku xesar girtibû 500 milyar mesraf lê kir û ji nû ve çekir. Di erdheja 6'ê sibatê de dîsa hatin xaniyan nêrîn û xaniyê min e ku min bi bihayekî giran tamîr kiribû xesara giran dane. Lê xaniyê me xesar negirtiye. Niha jî dibêjin wê xaniyên xesara giran hilweşînin."   'CIHEKÎ KU EM BIÇINÊ TUNE YE'   Bi domdarî Kiymaz destnîşan kir ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihê ku ev biçin tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min bi bihayekî giran xaniyê xwe tamîr kir. Heke vî xanî hilweşînin ez ê zerareke mezin bikim. Zarokên me hene, em bi sevalkarî û cotkariyê debara xwe dikin. Zeviyên me li vir in pêşya me zivistanê. Heke xaniyan hilweşînin em dê bi ku ve biçin. Cihe ku em biçin tune ye. Em dev jî gundê xwe bernadin. Bila werin cardin binêrin heke xaniyê me bi rastî jî xesareke giran girtibê bila werin hilweşînin. Lê min xaniyê xwe ji nû ve tamîr kir tu xesareke xanî tune ye. Em naxwazin xaniyên me hilweşînin. Em dê zarok û sewalên xwe ji ku ve berin."   'KONTEYNER ÇARESERÎ NÎNE'   Keyayê gund Mahmût Karaaslan da zanîn  ku li gund bi tevahî der barê  19 xaniyan de biryara hilweşandinê hatiye dayin û gundî jî ji ber vê rewşe bi fikar e. Karaaslan axaftina xwe wiha domand: "Heke xaniyên şeniyên gund bên hilweşandin cihe ku biçin tune ye. Daxwaza gundiyan ev ê ku ji wan re xanî bên çekirin û pişt re xaniyên wan ên ku xesargiritinê bên hilweşandin. Yanî pêşya me zivistanê cihe ku gundî biçe tune ye. Gundî nikarê zivistanî di konteyneran de bimîne. Zivistanî berfa vir pir ê, her wiha debara gund li ser sewalan e. Di konteyneran de nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Ji ber wê jî konteyner ne tu çareseriye."   'BILA JI PIRSGIRÊKA ME RE ÇARESERIYEK BÊ DÎTIN'   Karaaslan diyar kir ku der barê xaniyê wî de jî biryara hilweşandinê hatiye dayin û wiha pê dê çû: "Ji ber ku der barê xaniyê min de biryara hilweşandinê heye  min yemê sewalên xwe jî nekir xanî li derva ye. Daxwaza me ev ê ku demildest vê pirsgirêka me re çareseriyek bê dîtin. Heta xanî ji me re çenebin divê xaniyan hilneweşînin. Xaniyê me jî xesarek negirtiyê. Lê em nabêjin bila xaniyên ku xesareke giran girtinê hilneweşînin. Heke xesara xwe giranê bila hilweşînin. Lê divê gundî jî maxdur nekin. Bila gundiyan re xaniyan çebikin pişt re hilweşînin. Niha em nizanin wê çawa jî bibe. Xaniyan wê di heman cih de çebikin an cihe kî din çebikin. Gundî jî ji ber vê rewşe bi fikarê nizaninê çibikin. Heke niha xaniyan hilweşînin hemû şeniyên gund wê li derva bimînin cihe ku biçin tune ye. Heke xaniyan hilweşînin jî heta 6 sal an xuyayê xaniyan çenakin di wan 6 salan de gundiyê çebikin, wê li ku bimînin?"   'EM NIZANIN HETA ÇEND SALAN WÊ XANÎ ÇÊBIKIN'   Şêniyê gund Mehmet Kiymaz (85) anî ziman ku ev bi tenê xaniyekî de dimîne û derbarê xaniyê wî de jî biryara hilweşandine hatiye dayin. Kiymaz bi lêv kir ku temenê wî mezin e ev nikarê di konteyner de bimîne û wiha got: "Heke xaniyê min bê hilweşandin cihe ku ez biçim tune ye. Min daxwaza konteyner kir lê heke konteyner bidin jî ez nikarim bi vî halî xwe ve di konteyneran de bimînim. Dibêjin em ê xanî çebikin lê hilweşînin jî em nizaninê wê piştî çend salan xanî çebikin."   MA / Mahmût Altintaş