Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide 2023-08-17 09:07:16   WAN - Endamê Fexrî yê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorê li Rojhilata Navîn dike û got ku ger tecrîd bidome, dê li welêt veguhere aloziyê.    Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "disiplînê" bi awayekî sîstematîk tên redkirin. Endamê Fexrî yê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tu welatekî ne li gor qanûnê ye û got ku tecrîde ne tenê Tirkiyeyê bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike.    Şevket Akdemîr   LI GIRTÎGEHAN    Akdemîr diyar kir ku li gor daneyên ÎHD'ê herî kêm 600 girtiyên nexweş hene û wiha bal kişand ser bandora tecrîdê ya li girtîgehan: "Tecrîd bi vî awayî bandorê li girtîgehan dike. Her wiha bandoreke mezin li aboriya welêt jî dike. Ji sedî nodê krîz abaorî ya Tirkiyeyê û ji ber şer û meseleya kurd e. Ez di dema pêvajoya çareseriyê de di Komîsyona Şopandinê ya Komeleya Mafên Mirovan de bûm. Ez li her derê welêt daxilî nava xebatan bûm. Her kes rihet bû. Lewma ji bo vegera li wan rojên berê divê tecrîd bê rakirin û pêvajoya aştiyê jinûve bê avakirin."    BANDORA WÊ YA LI ROJHILATA NAVÎN   Akdemîr bilêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikrên xwe ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye ronahî û axaftina xwe wiha qedand: "Ger Ocalan karibe bi rihetî fikrên xwe bilêv bike, dê ji bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê baş be. Niha em di nava buhraneke aborî de ne. Sedema vê şer e. LÊçûnên leşkerî bi qasî tevahiya budçeya Tirkiyeyê ne. Ger tecrîd bidome, dê li welêt alozî rû bide û krîza aborî kûrtir bibe. Ger tecrîd bi dawî bibe, dê mirov rihet bibin, dê aştî û aramî bê welêt. Tecrîd ne tenê Tirkiyeyê, bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike. Lewma demildest divê ev tecrîd bê rakirin. Bi taybetî jî divê CPT ji bo vê tevbigere. Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî di vî warî de hesas bin."