Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn 2023-08-17 13:55:03 ŞIRNEX - Ekîbên DEDAŞ’ê yên li wesayîtên bêplaka siwar bûn, ceyrana 5 gundên Silopiyayê birîn. Gundiyan bertek nîşan dan û gotin ku DEDAŞ bi birîna ceyranê wan ceza dike.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku demekî dirêje bi birîna ceyrana xelkê bakurê Kurdistanê di rojevê de ye, piştî Amed û Mêrdînê îcar jî li Şirnexê ceyranên gundiyan birî. Li gorî agahiyan, ekîbeke DEDAŞ’ê ya duh ji Amedê hatibû Şirnexê û li wesayîtên bêplaka siwar, leşkerên tirk dane gel xwe û çûn gundên Salatûn, Kolya, Xirbok, Faris û Dino yên girêdayî Silopiya ya Şirnexê.  Hat diyarkirin ku ekîbên behsa xeberê mal bi mal geriyane û dîmen û wêneyên malan kişandine. Gundiyan got ku dîmen û wêneyên malên deriyên wan qilfekirî jî hatine kişandin.    Hat zanîn ku li gundê Salatûnê ciwanên gund bertek nîşanî vê yekê dan û di navbera her du aliyan de rageşî derket. Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwarkirî, piştre ceyrana şêniyên gund birîn.    Gundên navborî bi saetane bêceyran in. Em li ser telefonê bi gundiyan re axivîn. Gundiyan got ku bi birîna ceyranê re ew hatine cezakirin û weke sepaneke keyfî nirxandin. Şêniyên gund destnîşan kirin ku ekîbên hatine gundên wan li wesayîtên bêplaka siwar bûn û gotin ku ji ber hewayê germ zehmetiyê dikişînin.