Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin 2023-08-17 15:52:49   XARPÊT - Mûsa Şanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Şanak, li bajarê xwe Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin.    Mûsa Şanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl dide beşekê xaka di bin serweriya dewletê de parçe bike” cezayê muebbetê dabû Şanak. Şanak, duh hate berdan û îro vegeriya bajarê xwe Xarpêtê. Şanak, hate navçeya Depê û ji hêla malbat û nûnerên partiyên siyasî ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.