Li Amedê kesek hate girtin 2023-08-17 16:01:13   AMED - Ji kesên di 14’ê tebaxê de hatin binçavkirin Berdan Ç. hate girtin û yên din hatin berdan.    Di sersibeha 14’ê tebaxê de polîsan li Amedê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin û zêdetirî 10 kes binçav kirin. Piştî lêgerînên nava malan, binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin kirin. Beşekê binçavkiriyan piştî kirariyên li emniyetê hatin berdan. Berdan Ç., Zîlan D. û Sedat A. jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Berdan Ç. bi daxwaza girtinê û Zîlan D. û Sedat A. jî bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hatin kirin. Dadgeriyê ji bo Berdan Ç. bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û Zîlan D. û Sedat A. jî bi şertê kontrola edlî berda.