Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir 2023-08-17 16:09:15   ENQERE - Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe bi kursiya biteker çû Wezareta Dadê û xwest bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike. Lê belê daxwaza Şenyaşar hate redkirin.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobet îro di roja 24’emîn de berdewam kir. Malbata Şenyaşar beriya biçe pêşiya wezaretê daxuyaniyek da.    Emîne Şenyaşar di daxuyaniyê de dovîza “Edalet” hilgirt. Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de got ku dayika wî ji çokên xwe nexweş e lewma her roj bi kursiya biteker diçe pêşiya wezaretê.    DAXWAZÊN WAN ÇI NE?   Şenyaşar, bi domdarî got ku daxwazên wan ji Wezareta Dadê hene û ev tişt anî ziman: “Ev daxwazên me mudaxileyeke li dijî darazê nîne. Berevajî vê, ji bo astengkirina kesên mudaxileyî darazê dikin e. Destek heye ku mudaxileyî darazê dike. Em dixwazin ev dest were rakirin. Birayê me bêsûc e. Vaye bû 5 sal girtî ye. Dîmenên kameraya ewlehiyê hene. Rapora kesê pispor heye. Ev, delîlên li leha birayê min in. Tevî ku ewqas delîl hene jî birayê min hêj girtî ye. 3 mirovên me qetil kirin. Mirovekî me jî bi awayekî neheq û derhiqûqî girtî ye.”    Şenyaşar, got ku dayika wî bi vê sedemê naçe malê û bi hev re têkoşîna xwe didomînin.     DAXWAZ HATE REDKIRIN   Malbat Şenyaşar, piştre jî ber bi wezaretê ve meşiya. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç jî tev li meşê bûn. Lê belê polîsan ÎHD’î asteng kirin û nehiştin tev li meşê bibin. Di heman demê de polîsan nehêlan rojnameger jî dîmen û wêneyan bikişînin. Malbata Şenyaşar hate pêşiya Wezareta Dadê û xwest bi wezîr re hevdîtinê bike. Rayedarên wezaretê ragihandin ku wezîr naxwaze hevdîtinê bike. Tevî vê yekê jî malbatê çalakiya xwe ya li pêşiya wezaretê domand.