'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn' 2023-08-18 09:05:08   WAN - Parêzer Sînan Aras diyar kir ku li girtîgehan mafên bingehîn ên mirovan esas nayên girtin û ji bo girtîgehên Tîpa S'yê yên girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin, got: "Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî pir eşkere tê pêkanîn."    Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran her diçe zêde dibin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman daneyan di sala 2022'yan de 78, di 5 mehên ewil ên sala 2023'yan de jî 15 girtî jiyana xwe ji dest dane. Bi çêkirina girtîgehên Tîpa S'yê re girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Li girtîgehên ewlehiya bilind ên wekî S, Y û F'yê ji mafên tenduristiyê bigire heya bi mafê pêwendîdanîn, çandî û sportîf girtî ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Parêzer Sînan Aras, diyar kir ku li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê û li Girtîgeha Wanê pirsgirêkên pir cidî rû didin û got ku girtî nikarin dermanên xwe jî bi dest bixin.    Sînan Aras   ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ   Aras ragihand ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan rû didin û got: "Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha, girtîgeh li gor şert û mercên mirovan nehatine avakirin." Aras anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya der barê girtîgehan de tim ji bo tepisandina muxalefeta siyasî û bitenêhiştina yên din hatiye avakirin û got ku girtî di şert û mercên xirab de tên girtin.    GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ    Aras anî ziman ku girtî ji mafên tenduristiyê bêpar tên hiştin û wiha axivî: "Yek ji pirsgirêkên sereke jî xwenegihandina saziyên tenduristiyê ye. Her wiha nepeydekirina dermanan jî pirsgirêkeke sereke ye. Bi taybetî jî li girtîgehên Panos û Wanê pirsgirêkên gelekî cidî rû didin. Xwarinê baş andin girtiyan, mafên girtiyan ên çandî, sportîf, hevdîtin û danûstendina di navbera hev de tên binpêkirin. Dewlet bi taybetî zêde bi ser girtiyên kurd, muxalif de diçe. Girtîgehên heyî li gor yên hevçerx tevnagerin û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) esas nayê girtin. Bi taybetî jî di demên dawî de girtîgehên Tîpa S'yê hene. Li van girtîgehan tecrîd bi awayekî pir eşkere tê pêkanîn."    'BIRYARÊN DMME'YÊ ESAS NAYÊN GIRTIN'   Aras destnîşan kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas nagire û got: "Armanca sereke ya girtîgehan ne ew e ku girtî bi temamî ji civakê bên dûrxistin. Armanc îslehkirin, civakîkirina kes e. Lê belê li Tirkiyeyê ev tişt tune ne. Li gor xala sêyan a PMME'yê îşkence û muameleya xirab a li dij mirovahiyê qedexe ye."