Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin 2023-08-18 09:56:49   MEREŞ - Xerabeyên Taxa Musolar a Bazarcixê hêj li şûna xwe ne û keyayê taxê Taylan Sapan got ku welatî di nava bêhêvî û reşbîniyeke pir mezin de ne.    Taxa Musolar a Bazarcix a Mereşê xwedî rabûrdiyeke nêzî 350 sala ye û hêj jî şopên erdhejê jê nehatine birin. Di erdhejên 6’ê Sibatê de yek ji taxên herî zêde hilweşiyayî jî Taxa Musolarê bû. Bi ser erdhejê re 6 meh derbas bûn lê hêj jî xebatên rakirina xerabeyan nehatine destpêkirin. Li taxê 216 mal hebûn û 143 avahî hilweşiyan. Heta niha jî tenê xerabeyên 14 malan hatine rakirin. Hinek welatiyên malên wan hilweşiyane li konteyniran dimînin û gelemperiya welatiyên din jî ji roja erdhejê ve ji taxê koç kirine. Şêniyên taxê ji roja ewil a erdhejê heta niha bi hewldanên xwe û bi saya piştevaniya kesên dilxwaz xwe li ser pêyan digirin. Gelemperiya nifûsa taxê ji kesên kal pêk tê, gelemperiya wan nexweş in û hewl didin di nava kavilan de jiyana xwe bidomînin.    DI DIKANÊN XWE DE DIJÎN    Piştî erdhejê mala Fatma Sungur hate hilweşandin û neçar ma ku tevî hevjîn û kurê xwe li çayxaneya xwe bimînin. Sungur, bi ser 80’ê saliyê de ye û gelek nexweşî lê peyda bûne. Lewma gelek caran diçe navenda bajar an jî bajarên cuda. Li çayxaneya wan mitbax û serşok tune ye û Sungur got ku ev rewş pirsgirêkên wan hêj mezintir dike. Sungur, wiha dibêje: “Ji bo ku bikarin serê xwe bişon, me qazaneke sobeyê danî pêşiya malê. Ji bo pêdiviyên hîjyen û xwarinê jî cîranên me yên li derdorê bo me dibin alîkar. Piştî erdhejê, nexweşiyên min zêdetir bûn. Ser û çavên min diêşin. Ji erdhejê heta niha em di dikanê de dijîn. Ji bo serşûştinê, rûniştinê, razanê û çêkirina xwarinê li vir cih tune ye. Ez û hevjînê xwe li vir dimînin. Nexweşiyên hevjînê min zêdetir in. Ez nikarim ji cihê xwe bilivim. Neçar dimînim xwe bixijînim û wisa biçim. Derfetên me nînin ku ji xwe re xaniyekî nû çê bikin an jî cihekî kirê bikin. Lewma em ji neçarî li vir dimînin.”    BI TENA SERÊ XWE DIJΠ   Di erdhejê de mala Nazli Sîdar (71) jî hilweşiya û bi saya hewldanên şêniyên taxê hate rizgarkirin. Sîdar, di konê bi piştevaniyê hatiye vedan de dima û mehek berê şêniyên taxê li baxçeyê mala wê konteynirek danîn û niha di wir de dijî. Sîdar, wiha got: “Min çendek tiştên biçûk ji mala xwe derxistin û yên din çûn. Lewma pirsgirêkên min du qet zêdetir bûn. Li rexekî cihek nîne em lê bimînin û li rexa din jî pirsgirêka debarê heye.”    GUNDÊ XWEDÎ RABÛRDIYEKE 350 SALAN TERKÎ QEDERA XWE HAT KIRIN   Keyayê Taxa Musolarê Taylan Sapan da zanîn ku Musolar xwedî rabûrdiyeke 350 sala ye û ev tişt anî ziman: “Di erdhejê de serûbin bû. 180 mal hene. Ji van 60 jê xisareke biçûk gihiştiyê û yên din jî yan hilweşiyane yan jî xisareke mezin gihiştiyê. Lê xerabe hêj jî li cihê xwe ne. Beşekê tespîtên xesarê xelet hatin kirin û me ji bo vê mijarê gelek hewl da. Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê diyar kiribû ku di tespîtkirinê de xeletî heye. Wan jî ji me re got; ‘dema encama îhaleyê hate diyarkirin em ê çêbikin.’ Lê vaye em ketin meha tebaxê. Hêj jî em li bendê ne ku pirsgirêkên me bên çareserkirin.”    Sapan, diyar kir ku yek ji mezintirîn û girîngtirîn gundên Bazarcixê Musolar e û wiha pê de çû: “Di salên 1980’an de nifûsa wê bûbû hezar kes. Ev der, gundekî kurdên elewî ye. Gelemperî debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Lê îro em têkildarî çandinî û sewalkariyê pirsgirêkên gelek mezin dijîn. Ji ber guherîna avhewayê, baran nehatin û pirsgirêkên me du,sê qat zêdetir bûn. Ji salên 80’an heta niha ciwanan gelek zêde ji vir koç dikirin. Lewma gelemperiya şêniyên taxê kal in. Derdora 15-20 ciwanên me mane. Ya rast ew jî bêçare ne. Îcar erdhej jî li ser pirsgirêkên heyî zêde bû. Lewma şêniyên taxê bêhêvî ne û dilşikestî ne.”    ÇAVKANIYA DEBARA WAN TUNE BÛ    Bi domdarî Sapan bi lêv kir ku ji erdhejê heta niha hewl dide ciwanan tev li pêvajoyê bike da ku têkiliyekê pê re deyne û wiha axivî: “Bi saya vê têkoşîna me, ciwan li gund hinek jî be li jiyanê vegeriyan. Li navçeyê gelek ciwanan koç kir lê li gundê me zêde nebû. Em hewl didin wan bigirin. Heke ciwan bêhêvî bibin û ji gund biçin, pirsgirêka esasî wê demê dest pê dike. Çendek ciwan hebûn ku beriya erdhejê bi sewalkariyê ve mijûl bûn. Lê neçar man ku sewalên xwe pir erzan bifiroşin. Lewma çavkaniyeke wan a debarê nîne. Beriya her tiştî, malek nîne ku li gel malbata xwe tê de bijî.”    ‘DÊ NEKARIN KONTEYNIRAN DI ZIVISTANÊ DE BI KAR BÎNIN’    Sapan, axaftina xwe wiha qedand: “Şêniyên taxê pir reşbîn difikirin. Bi taybet jî yên di konteyniran de dijîn pir bifikar in. Nifûsa me kal e û nexweşiyên wan ên kronîk hene. Mirov nikare di konteyniran de sobeyan vêxe. Mirov nikarin demekî dirêj di koneke plastîk de bijîn. Ji bo avahiyên nû têne çêkirin heta niha jî gavek nehatiye avêtin. Dewlet dixwaze li qadên tapûkirî avahiyan çêbike. Gundî jî naxwazin xaka xwe biterikînin. Ji bo devera gund pirsgirêkeke me nîne. Anku li ser xeta fayê nîne û xetereya hezazê jî nîne. Binê wê pir qahîm e.”    MA / Ceylan Şahînlî