Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin! 2023-08-18 12:05:26   RIHA - Berdana girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye Mehmet Huseyîn Oz ê di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de tê ragirtin bi hinceta ; “başhal nîn e” û “Ji bo piştî derketina girtîgehê, xwedî plansaziyeke rasteqînî nîn e” 3 mehan hat taloqkirin.   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştî ku Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 28’ê adara 2020’an de ketiye meriyetê heya niha berdana 271 girtina hatiye astengkirin. Endamên di Desteya Îdarî û Çavdêriyê de cih digirin ji ber “hincetên derhiqûqî” biryarên taloqkirinê didin û di bin navê “heqê hizûrê” pere jî distînin.   Di nava girtiyên înfaza wan tê taloqkirin de girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bînin jî hene.    Yek ji van girtiyan nexweşê sarayê ango epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz (34) e. Oz di 13’ê Adara 2018’an de li Taxa Beydîlî ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê, bi îdiaya “xwekuj" hate binçavkirin û di 26’ê adara 2018’an de jî bi “îdiaya endamê rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê. Di encama darizandinên hatine kirin de 6 sal û 3 meh ceza li Oz hat birîn. Oz ê ku diviya di 25’ê gulana 2023’yan bihata berdan bi hinceta “başhal nîn e” berdana wî 3 mehan hat taloqkirin. Oz ê ku rojê 6-7 caran nobeda sarayê derbas dike, heman demê de ji ber gurcikên wî nemane nexweşîna wî lê giran dibe.    ‘XWEDÎ PLANSAZIYÊN RASTEQÎNÎ NÎN E’   Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê ji bo taloqkirina înfaza Oz neqebûlkirina poşmantiyê nîşan da. Lijne di biryara xwe de ev tişt gotin: “Ji bo pêvajoya piştî girtîgehê xwedî plansaziyên rasteqînî nîn e, potansiyela wî ya ji bo kirina sûcan gelek zêde ye û nikare bikeve nava civakê. Tevî ku girtî ji rêxistinê veqetiyaye dîsa bi kesên ji ber heman sûcan tên ragirtin tevdigere, di ragihandina mirovan de pirsgirêk dijî, ji ber ji rêxistinê dûrketiye daxwazname nedaye û nasnameya xwe ya rêxistinî diparêze û li gel van tiştan dema di girtîgehê de hatiye ragirtin de 4 caran cezayê dîsiplînê girtiye.”   ÎTÎRAZ HAT REDKIRIN   Oz bi rêya parêzerê xwe li dijî biryara Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya taloqkirina înfazê ya 2 mehan îtîraz kir. 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Dîlokê hincetên desteyê weke bingeh nîşan da û daxwazê red kir. Desteya Îdarî û Çavdêriyê dê 25’ê tebaxa 2023’yan careke din bicive û ji bo berdana bi şert dê rewşa Oz binîrxîne.