Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye 2023-08-18 15:57:40 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan a 6 mehî ya derbarê 19 girtîgehên Herêma Marmarayê de eşkere kir û destnîşan kir ku rewşa giştî ya li girtîgehan bi rewşa tecrîdkirina giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûnqasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora binpêkirinên mafên girtiyan a 6 mehî ya li 19 girtîgehên Herêma Marmarayê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî parve kir. Civîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin û parêzerên endamên OHD’ê, Hevserokên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MA TUHAYDER) beşdarî civînê bûn. Ji endamên Komîsyona Girtîgehê Zelal Aydogan daxuyanî da.    REWŞA TECRÎDA GIRANKIRΠ   Aydogan da zanîn ku desthilatdarî di salên dawî de zextên zêde li ser hemû beşên muxalîf ên civakê dike û sedema bingehîn a van geşedanan girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin e.    Aydogan anî ziman ku ji 7’ê Tebaxa 2019’an vir ve Abdullah Ocalan bi nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û 29 meh in tu agahî jê nayê wergirtin û got: “Sepana vê tedrîda navborî li hemû girtîgehan xwe nîşan dide û tê sepandin.”    Aydogan anî ziman ku di serdanên li girtîgehên Herêma Marmarayê de jî tê xuyakirin ku tecrîda girankirî li ser girtiyan tê kirin û got: "Divê dewlet ji bo pêşîgirtina li îşkenceya li girtîgehan tedbîrên pêwîst bigirin. Dewletê çawa peymanên ku îşkenceyê qedexe kiriye, li ber çavan bigire û dawî li sepanên îşkenceyê bîne. Dewlet neçar e ku pêşî li îşkenceyê û binpêkirinên din ên mafên mirovan bigire.”    ‘CIHÊKARIYÊ LI DIJÎ KURDÎ DIDOME’    Aydogan destnîşan kir ku qada faliyeta hevpar a girtiyan û hemû weşanên ku girtî ji derve agahdar bibin tên astengkirin û tê xwestin girtî bi tenê bimînin û rêveberên girtîgehan bi van sepanên xwe adeta muameleya dij mirovî didin nîşandan. Aydogan anî ziman ku li girtîgehan polîtîkaya cihêkariya li dijî kurdî di dewrê de ye û got: “Ev yek li dijî hiqûqê ye. Hem di hiqûqa navnetewî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de cihêkariya li dijî ziman hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê ev astengî binpêkirina Qedexeya Cihêkariyê ye. Divê demidlest dawî li van binpêkirinan bê anîn.”    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Aydogan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene, bi sedan ji wan nexweşên giran in. Dewlet mecbûr e ku hewcedariyên bingehîn ên girtiyan ên wekî xwarin, lênêrîn û xizmetên tenduristiyê peyda bike. Divê girtî ji ber rewşa xwe ya qanûnî bêyî ku bi cihêkariyê re rû bi rû bimînin, ji xizmetên tenduristiyê yên li welêt sûd werbigirin û bi heman awayî ji hemû saziyên tenduristiyê, tibî, cerahî û derûnî yên ku di pergala tenduristiyê ya giştî de hene, sûd werbigirin.”    ‘TALOQKIRINA CEZAYAN KÊFÎ YE’    Aydogan diyar kir ku bi taloqkirina înfaza girtiyan re rê li ber berdana girtiyan tê girtin û ew nikarin ji mafên xwe yên berdanê sûdê werbigirin û got: “Taloqkirina cezayê girtiyan temamî bi awayekî kêfî pêk tê. Girtî ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Mafên bingehîn û azadiya girtiyan tên binpêkirin.”    BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Hevserokê MA TUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol  jî axivî û bi bîr xist ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin gelek serlêdan bo komeleya wan hene. Erol destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.    GIRTÎGEHÊN KU BINPÊKIRINÊN MAFAN LÊ DIQEWIMIN    Rapora ku hatiye amadekirin aîdê van girtîgehên Herêma Marmarayê ye: Girtîgeha Edirne ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind, Girtîgeha Edîrne ya Jinan, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1’an a Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa T, Girtîgeha Marmarayê ya Jimara 2’yan a Tîpa L, Girtîgeha Marmara ya Jimara 3’yan a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê ya Jimara 5’an a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê ya Jimara 7’an a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê ya Sergirtî, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R, Girtîgeha Maltepeyê ya Jimara 1’an a Tîpa L, Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan, Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F a Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 2’yan a Tîpa F a Ewlekariya Bilind Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa T, Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T û Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê.    Li van girtîgehan her cure mafên girtiyan tên binpêkirin û astengkirin. Ji xwarinê û vexwarinê bigire heta mafê tenduristiyê gelek mafên wan hatine desteserkirin.    Rapor a 6 mehan e. Rapor ji serdana bi girtiyan a parêzeran, ragihandina malbatan û girtiyan û serlêdanên wan hatiye amadekirin.