Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin 2023-08-18 18:56:48   WAN – Li Elbakê cerdevan B.A. yê dest dirêjî jinekê kir, hat binçavkirin.    Hat diyarkirin ku B.A. yê ku li gundekî navçeya Elbak a Wanê cerdevan e, dest dirêjî jinekê kiriye. Bûyer piştî jinikê giliyê cerdevan kir derket holê. Bi gilîkirinê re cerdevan B.A. hat binçavkirin. Hta ragihandin ku cendirmeyan B.A. biriye Qereqola Cendirmeyan a Kopruagziyê.   Hat hînkirin ku zor li malbata jinikê hatiye kirin ku dest ji gilîkirinê berdin.