DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî 2023-08-18 22:21:11 ŞIRNEX- DEDAŞ'ê ceryana 6 gundên Hezexê birî.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li Bakurê Kurdistanê bi birîna ceyrana gundan di rojêvê de ye. DEDAŞ’ê duh ceryana bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê û 6 gundên navçeyê bi hinceta ku "ceryana qaçax" bi kar anîne, birîbû. DEDAŞ'ê vê carê jî ceryana gundê Xirabêtûya, Zergûzabanî, Şêxhesen, Xirabênêrîya, Tekekûyi, Rêzok û Danêr ên navçeya Hezex a Şirnexê birî. Bi birîna ceyranan re Parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û rêveberiya partiyê ya navçeyê çû gundan û piştgirî dan gundiyan. Şandeya partiyê li midûriyeta DEDAŞ’ê geriya û ji wan xwest ku ceyrana gundiyan berdin. Lê belê DEDAŞ’ê îdia kir ku gundî ceyrana "qaçax" bi kar tînin û ji ber wê dê ceyranê bernedin.   Gundên ku di tariyê de mane li bendê ne ku ceyrana wan bê berdan.