Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune 2023-08-19 09:01:53 WAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku tekane armanca darbeya qeyûmtiyê kêfxweşkirina hikûmeta navendî ye û got: "Deyn sê qat zêde bûne, lê xizmeteke berbiçav tune ye."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de 3 jê şaredariyên mezin û 5 jê bajar bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin û li bajarên wekî Enqere, Stenbol û Mêrsînê jî nehişt şaredariyên mezin bi dest desthilatê bikevin. AKP ku ji ber stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê encama ku dixwest bi dest nexist, piştî hilbijartinê careke din polîtîkaya qeyûmtiyê pêk anî.    Piştî hilbijartinê bi demeke kurt di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi darbeya qeyûmtiyê hevşaerdarên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin wergirtin û qeyûm tayinî şûna wan hat kirin. Bi fermana Serokkomarê AKP'î Erodgan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, qeyûm atinî 48 şaredariyên HDP'î kir.    Mûstafa Avci   ŞAREDARÎ DI NAVA DEYNAN DE HATIYE HIŞTIN   Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî wî hat kirin, diyar kir ku bi darbeya qeyûmtiyê ji sala 2016'an ve şaredarî di bin deynan de hatine hiştin û got ku gava hatine ser kar milyar û 100 milyon TL deynê şaredariyê hebûye. Avci anî ziman ku bi tayinkirina qeyûmê duyan re deynên şaredariyê 3 qat zêde bûne û got: "Qeyûm şaredariyê xist bin deynekî giran. Lê li bajêr xizmeteke berbiçav nehat kirin. Gava em hatin ser kar me pirsgirêkên sereke yên bajêr tespît kiribûn. Lê heya niha yek jê jî nehatiye çareserkirin. Mesela yek ji pirsgirêkên girîng ên bajêr, pirsgirêka gihaniyê bû. Ji bo çareserkirina vê me û Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê me yê peymanek çêbikira, lê qeyûm dawî li vê anî. Pirsgirêka îmarê jî wekî xwe ye. Têkiliyên dostikî esas hatin girtin. Li gor vê têkiliyê, dilê wan ku bixwaze plana îmarê li gor wê çêdikin. Ev li bara gel bûye cihê nerihetiyeke mezin."    Avci destnîşan kir ku qeyûm tu pirsgirêkeke bajêr çareser nekiriye.    ‘QEYÛM ZILM E'   Avci destnîşan kir ku ji ber deynan mal û milkên şaredariyê hatine firotin û got: "Ji sedî 50'yê dikanên di hundirê Park AVM'yê de yên şaredariyê ne. Şaredarî dixwaze van bifiroşe. Meseleta otoparka qatî û meydana bajêr heye. Bi Projeya Meydana Bajêr re Çarşiya Misirê hat rakirin û bi vê re esnaf gelekî tengijî. Her wiha meseleya me ya erdhejê heye. Li vî bajarî 30 salan carekê erdhejeke mezin çêdibe. Hê jî şopên erdheja sala 2011'an hene. Lê dîs ajî ji bo erdhejeke muhtemele amadekarî nayên kirin. Xeyrîmenqûlên şaredariyê tên firotin, lê pere bi ku ve diçin? Kes nizane bê ka ev pere ji bo çi hatine xerckirin. Niha jî qeyûm ji bo ser van kirinên xwe bigire peyarêyan çêdike. Me dest bi çareserkirina van pirsgirêkan kiribû, lê nehiştin. Tayinkirina qeyûm zilm e ji bo vî gelî. Hûn vîna gel xesp dikin, vîna hilbijartî datînin hêlekê û hûn hemû çavkaniyên kêrhatî ji bo desthilata navendî xerc dikin."    ‘JI BO KÊFXWEŞKIRINA HIKÛMETA NAVENDÎ'   Avci bilêv kir ku qeyûm guh li civakê an jî bajêr nakin û got: "Tekane armanca qeyûman, kêfxweşkirina hikûmeta navendî ye. Xemeke wan a ku xizmeta gel bikin tune ye. Lewma bajar, qewimînên li bajêr û siberoja bajêr ne xema wan e. Dê di serdema me de hemû berjewendiyên derdorên civakî esas bihatan girtin. Me ji bo vê hin xebat kirin, lê çaw ahatin mudaxile kirin. Navê Navenda Çand û Hunerê ya NÛDA'yê ya şaredariyê jî guherandin. Navê Kreşa Perperokê ya kurdî guherandin. Perwerdheiya bi kurdî bi dawî kirin. Tew navê bi kurdî yên gund û mezrikan jî rakirin."