Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan 2023-08-19 09:46:23   AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê nû hat bijartin diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji tecrîda li Îmraliyê qut nîne û îşkence û binpêkirina mafan tê rewakirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Amedê ku li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyên giran ên li Kurdistanê ji bo maf û azadiyan têdikoşe, 17’emîn Civata xwe ya Giştî li dar xist. Parêzer Ercan Yilmaz ku di serdema nû de ji bo Serokatiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat hilbijartin, tabloya mafên mirovan a Tirkiyeyê û têkildarî xeta têkoşîna wan a mafên mirovan ji ajansa me re axivî.    Ercan Yilmaz   ‘TABLOYEK XERAB HEYE’    Yilmaz da zanîn ku Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye damezrandina heta niha nebûye welatekî ku mafên mirovan were parastin û wiha got: "Helbet di heman demê de derdorên ku gavên demokratîkbûnê qismî lê hatine avêtin, pêvajoya lihevkirina bi Ewropayê re hene. Yekitî hatiye tecrubekirin û piçekî zêdetir li ser prensîba rêzgirtina mafên mirovan hatiye axaftin." Ercan bal kişand ser Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê û got: “Piştî darbeyê ku bi dû konsepta şer re pêk hat, li ser her kesekî bi sedan û hezaran binpêkirin hene. Mafên welatiyan di Destûra Bingehîn de hatine diyarkirin. Ji mafê jiyanê bigire heta xebatên sendîkayan, ji azadiya îfadeyê bigire heta prensîba rêzgirtina jiyana malbatê gelek binpêkirinên mafan hene. Ev tablo qet dilê meriv rehet nake. Tabloyek xerab heye.”    ‘MUXALEFET JÎ BERPIRSIYAR E’    Yilmaz diyar kir ku ne tenê hikûmet di heman demê de muxalefet jî berpirsyarê vê rewşê ye û got: “Mixabin dinîqaşên di çarçoveya maf û azadiyan de muxalefet jî bi qasî desthilatdariyê dikare gotinên neteweperestiyê pêş bixe. Di çarçoveya ewlekariya neteweyî de nêzî mafan dibin. Di vê mijarê de mafên mirovan li Tirkiyeyê ketiye pileya duyemîn. Sed korayî ku li Tirkiyeyê çanda mafên mirovan tune ye. Beşek mezin a civakê mexdûr bûye. Her tim mexdûr kurd û muxalîf in.”    HIQÛQA TAYBET JI BO KURDISTANÊ   Yilmaz anî ziman ku li ser Kurdistanê qanûnek û hiqûqek taybet tê sepandin û wiha dewam kir: “Qanûna taybet a ku tê sepandin ji atmosfera siyasî qut nîn e. Ew wekî rêbazek tepisandinê tê bikaranîn. Hêmaneke din a pêşîgirtina li çalakiyên siyasî û azadiya derbirînê, rêbaza îşkence û muameleya xerab e. Bi taybetî li herêmên gundewarî ku zehmet e welatiyan bigihînin tu mekanîzmekê, em şahid in ku rastî îşkenceyên tund ên hêzên dewletê tên. Ji bo vê yekê gelek serlêdan ji bo komeleya me hene. Bi rastî em dibin şahid ku dewlet bi rêya hêzên xwe zextan li ser welatiyan dike û welatî ji ber nêrînên xwe yên siyasî tên cezakirin. Dema polîs û leşker van kiryaran dikin ceza li wan nayê birîn û lêpirsînên îdarî nayê destpêkirin û ev yek wan hê bêtir teşwîq dike. Ew dikarin heta ku li ser hin platformên medyaya dîjîtal parve jî bikin. Hed û hesabê îşkenceyê êdî tune ye. Îşkence ji hedê xwe derketiye.”    ‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Yilmaz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Binpêkirinên mafên bingehîn ên ku zêde dibin ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qut nîn e.  Tişta ku em jê re dibêjin tecrîd, tecrîdkirina gelên li herêmê û qutkirina têkiliyên wan ên bi cîhana derve re ye. Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ev demeke dirêj e nikarin bi malbatên xwe re têkiliyê deynin û nikarin ji van mafên xwe yên wekî mafê telefonê, muxatabiyê, hevdîtina malbatê û parêzeran sûdê werbigirin. Di hevdîtinên navbera heyeta dewletê û Ocalan de li Girava Îmraliyê di navbera salên 2013-15’an de agirbesteke bi temamî hebû. Nakokî çênebûn, cenaze nedihatin bajaran, lê piştî ku ev pêvajo têk çû, bi rastî li Tirkiyeyê veguherî rejîmeke zordest a otokratîk. Birêz Ocalan di civakê de xwedî nirxek giranbûha ye. Ev rewş îro hema hema ji aliyê hemû pêkhateyan ve, heta demekê ji aliyê rayedarên AKP’ê ve jî hate vegotin. Bi astengkirin û qedexekirina hevdîtinên li Îmraliyê re zext û şer dest pê kir. Em dixwazin êdî şer û pevçûn li ser vê erdnîgariyê bi dawî bibe û cihê xwe ji çareserî û aştiyê re berde. Ji bo aştî û çareseriyek mayînde jî were divê demildest tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”     ‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERKEVIN’   Yilmaz ku got, “Têkoşîna mafên mirovan têkoşînek bênavber û bêwestan e” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komeleya me li ser kevneşopiya li dijî îşkence, darbeyan û binpêkirina mafên mirovan têkoşîna xwe domandiye heta roja me ya îro. Em ê jî li ser bingeh û kevneşopiya paratina mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û em ê her xwedî li mîrateya raboriya xwe derkevin. Em ê li ber binpêkirinên mafan û îşkenceyê her rabin.”    MA / Eylem Akdag