Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar 2023-08-19 11:46:19   MELETÎ - Rêveberê Dêra Kûrtûlûşa Meletiyê Mehmet Çolak diyar kir ku komek bi navê “Tûgaya Tolhildanê ya Tirk” gef li wî xwarin e û got: “Min gilîkir lê ji gilîkirinê hê tu geşedan nîne.”    Li taxa Hacî Abdî ya Meletiyê Dêra Kûrtûlûşê heye. Mehmet Çolak li dêrê hem wek weîz hem jî wek rêveber wezîfedar e. Mehmet Çolak da zanîn ku komek ku navê “Tûgaya Tolhildanê ya Tirk” li xwe kiriye, gefa kuştinê lê xwariye. Çolak li dijî vê gefa kuştinê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê dide. Çolak di 10’ê tebaxa 2023’yan de bi rêya parêzerê xwe jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û giliyê wê komê kir.    Çolak da zanîn ku ew di 8’ê tebaxê de ji bo serdana 7 dêran bike çûye Îzmîrê û di 10’ê tebaxê de dema xwestiye Dêra Azîz Vaftizcî Yahya ya li navçeya Konakê bike, ferq kiriye ku komek wî dişopîne. Çolak anî ziman ku sê kesên wî dişopandin çûne gel wî û pirsa, “Mehmet beg încîla te heye?” kirine û wî jî bersiva “na” daye. Li ser vê yekê van kesan gef lê xwarine û wiha gotine: “Em te baş nas dikin. Hedê xwe bizanibe. Em ê xirîstiyanên wek we li ser vê axê paqij bikin, em ê serê we hemûyan jê bikin. Divê tu ola xwe biguherînî.” Çolak destnîşan kir ku kesên gef lê xwarine gule ji berîka xwe derxistine û vê gefê lê xwarin e: “Heke tu dest ji dêrê bernedî, em ê serê tê jê bikin, bila haya te jê hebe.” Çolak diyar kir ku wan kesên gef lê xwarine jê re gotine, “Teşkîlata me ya Tûgaya Tolhildanê ya Tirk ferman daye ku em ê te tune bikin.”    'GEF ZÊDE BÛNE’    Çolak anî ziman ku ji wan kesan navê kesekî Umît bûye û dema di navbera xwe de axivîne wî vî navî bihîstiye û berê jî ji ber baweriya wî gef lê hatine xwarin û di salên dawî de ev gefên li dijî baweriya wan zêde bûn e. Çolak got kesên gefan dixwin jî nayên cezakirin û girtin.    TU GEŞEDAN ÇÊNEBÛYE    Çolak destnîşan kir ku piştî gef lê hatiye xwarin çûye emniyetê lê polîs bi awayek xemsar nêzî meseleyê bûne û her çiqas wî serî li dozgeriyê dabe jî lê li gel 9 roj bi ser bûyerê re derbas bûne jî tu pêşketin ji gilîkirinê derneketiye û geşedan çênebûye. Çolak da zanîn ku ew dixwazin her kes hurmetê ji baweriyan û nasnameyên cuda re nîşan bide.    MA / Emrullah Acar