Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin 2023-08-19 12:17:52   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku “qedexeya” Qeymeqamiya Beyoglûyê nas nakin xwestin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin lê polîsan dîsa êrişî çalakvanan kir û destê wan ji paş ve kelemçe kirin û xistin binçavan.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di Cadeya Îstîklalê de bi qerenfîlên di destên xwe de heta Qada Galatasarayê meşiyan. Wek her hefteyê polîsan li ser daxwaziya Qeymeqamiya Beyoglûyê “qedexe” hincet nîşan da û çalakiyê asteng dike. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li ser Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî hemû astengî û dorpêçan jî Dayikên Şemiyê meşiyan.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP'ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan Dayikên Şemiyê.    Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji cihê çalakiyê hatin dûrkirin.    DESTAN JI PAŞ VE KELEMÇE KIRIN    Tevî biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê de wek “binpêkirinê” daye jî lê dîsa polîsan mudaxile kir û gelek Mirovên Şemiyê destê wan ji pişt ve kelemçe kirin û xistin binçavan. Polîsan heqaret li Mirovên Şemiyê kirin.    Gelek welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan. Welatiyên xwestin dîmen û wêneyan bi telefona xwe astengiyê bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    21 BINÇAVKIRΠ   Polîsan Mirovên Şemiyê li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin û bi lez û bez birin emniyetê. Hat zanîn ku 21 kes hatine binçavkirin.