Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin 2023-08-19 15:08:45   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxwaz kir ku girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir ku rewşa wê giran dibe, were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 467’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakiya xwe berdewam kir û daxuyanî da. Rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk, HDP’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Tedawî mef e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê tê ragirtin.    Çevîrmen da zanîn ku Çakir di sala 2018’an de hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê û li girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne û qismek van nexweşiyan jî nexweşiyên kronîk in. Çevîrmen diyar kir ku Çakir bi gelek nexweşiyan re rûbirû maye û yek van nexweşiyên giran jî nexweşiya Çolyakê ye û ji bo vê nexweşiyê tu derman lê nehatiye kirin.    ‘HETA SAX BE DÊ DERMANAN BIKAR BÎNE’    Çevîrmen da zanîn ku Çakir ji Girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Amedê hatiye kirin û ji ber nexweşiya kovîdê tedawiyek hewcedarî lê nahtiye kirin û nexweşiyên wê yên kronîk bi raporan jî hatiye tespîtkirin û heta sax be dê dermanan bikar bîne. Çevîrmen anî ziman ku piştî tedawiya Çakir a li Amedê wê dîsa birine GirtîgehaWanê û piştî hatiye berdan tedawiya wê hatiye destpêkirin. Çevîrmen got ji ber cezayê Çakir teqez bûye dîsa hatiye girtin û wê birine Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û lê şandeya nexweşxaneyê rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ daye Çakir. Çevîrmen destnîşan kir ku Çakir ji ber nexweşînên lê peyda bûne nikare di girtîgehê de bimîne û xwest ku demildest bê berdan.