Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin 2023-08-19 15:34:52 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku Soydan Akay ku 30 sal in girtî ye 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tevî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 595’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist.    Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay ê ku 30 sal in girtî ye. Gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsa “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Soydan Akay bila bê berdan” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Endama KomîsyonêMeryem Bars daxuyanî xwend û da zanîn ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye nayên berdan û ev sepan rê li ber azadiya girtiyan digire. Bars anî ziman ku di girtîgehê de gelek nexweşî li Soydan Akay peyda bûne û tevî ku nexweş e jî 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bars anî ziman ku Soydan Akay cezayê xwe yê 30 salî qedandiye û divê di 11’ê tebaxê de bihata berdan lê dîsa berdana wî hatiye astengkirin û 6 meh berdana wî hatiye taloqkirin. Bars xwest hemû girtiyên nexweş û tevahiya girtiyên cezayê wan qediyaye demildest bên berdan û xwest rayedar û raya giştî bi hestiyar nêzî mijarê bibin.