Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e 2023-08-19 15:50:03     AMED - Gundê Qerhêta 9 roj in bê ceryan e. Qeyûm tayînî şûna keyayê gund hat kirin.    Li gundê Qerhêta yê Çinar a Amedê derdora 140 mal hene û Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di 11’ê tebaxê de bi hinceta “deynên sondajê” ceyrana gundiyan birî. Nêzî 20 malbatên gund ji ber sedemên aborî nekarîn deynê xwe bidin û ji ber vê yekê ceyrana tevahiya gund hate birîn û gundî bêav hatine hiştin. Şêniyên gund debara xwe bi sewalkariyê dikin û sewalên wan jî ji bêaviyê dimirin. Keyayê gund gund Necat Ertem ê nikaribû pirsgirêka ceyran û avê çareser bike, di 15’ê tebaxê de îstîfa kiribû. 9 roj in ceyrana gund nehatiye berdan û hat zanîn ku di 16’ê tebaxê de cîgirê Qeymeqamê Çinarê wek qeyûm tayînî şûna keya hatiye kirin.    Şêniyên gund diyar kirin ku qeymeqamiyê di hinceta tayînkirina qeyûm de gotiye, “Gundî gazî HDP’ê dikin û dewletê reş dikin” û hatiye gotin heta ku gundî deynê ceyranê nedin dê ceyran neyê berdan.    MELE TERKA GUND KIRIYE   Şêniyên gund dan zanîn ku meleye gund ji ber qutkirina av û ceyranê gund terikandiye û xelkê gund nikare îbadetên xwe olî bikin.