Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir 2023-08-19 16:14:42 ENQERE - Emîne Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya TMMOB’ê kir û bal kişand ser têkoşîna xwe û ev pirs kir: “Gelo çima lawê min di hepsê de ye?”    Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ji bo edalet pêk were çalakiya Nobeda Edaletê veguhezandin Enqereyê. Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 26’emîn de berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye û Wezareta Dadê girtî ye, malbat roja şemiyê û yekşemê serdana rêxistinên sivîl dike.    Emîne Şenyaşar ango Emîne û Ferît Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) kirin û bi Sekreterê Giştî yê TMMOB’ê Dersim Gul re hevdîtin kirin.    Ferît Şenyaşar di hevdîtinê de behsa têkoşîna edaletê kir û destnîşan kir ku ji bo wan piştevanî tişta herî watedar û pîroz e.    ‘ÇIMA LAWÊ MIN DI HEPSÊ DE YE?’    Emîne Şenyaşar jî axivî û wiha got: “Bila qesasên me bên girtin. Çima serbest digerin? Bila lawê min ê girtî berdin. Tu sucekî lawê min nîne. Malbata min qir kirin, bila lawê min berdin. Bila li dîmenên nexweşxaneyê temaşe bikin ku bê çawa lawê min qetil kirin e. Bila kujer bigirin. Lê gelo çima kurê min di hepsê de ye?”    Sekreterê TMMOB’ê Dersim Gul jî destnîşan kir ku ew piştgiriya çalakî û têkoşîna malbatê dikin û dê her tim bi malbatê re bin.