Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan 2023-08-19 16:15:07   ENQERE - Parêzerên Gultan Kişanak a piştî tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bû şandin girtîgehê û bi muameleya nebaş rû bi rû ma, ji bo derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin serî li Wezarata Dadê dan.    Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji bo tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe ya di 8'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da bibe di 9'ê tebaxê de bi balafirê anîn Xarpêtê. Li vir tev li merasîma cenaze bûbû. 4 saet ji bo Kişanak hat dayin lê belê vê gavê ew ji ser mezelê xwişka wê birin.    Parêzeran derbarê muameleya nebaş de ji bo lêpirsîn li berpirsiyaran bê destpêkirin daxwazname dan dozgeriyê. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Gultan Kişanak demildest ji ser mezelê xwişka xwe hatibû girtin. Divê bi balafirgehê biçûya Stenbolê ji wir jî Girtîgeha Kandirayê lê belê tu agahî ji bo wê nehat dayin û ew birin Girtîgeha Xarpêtê. Gultan ji alav û dermanên xwe jî mehrûm hat hiştin û muameleya nebaş lê hat kirin. Ev binpêkirina mafê tendirustiyê ye."   Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku piştî Gultan Kişanak anîne Girtîgeha Xarpêtê jî li vir îşkenceya li wê dewam kiriye û hat gotin hevdîtina Kişanak a bi parêzeran jî hatiye astengkirin. Hat gotin divê li dijî vê muameleya nebaş demildest lêpirsîn bê destpêkirin.