Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e 2023-08-19 16:49:41 MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê li Mêrdînê ji bo binçavkirinên Dayikên Aşitiyê yên Geverê, li ber avahiya HDP'a Mêrdînê daxuyanî dan û gotin: "Binçavkirinên Dayikên Aştiyê bêedaletî ye, pêwîst e ku ev bêedaletbûn ji holê rabe.” Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo binçavkirina Dayikên Aştiyê yên li Geverê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî dan.    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Pêrîhan Altûg di daxuyaniyê de axivî.    ‘BILA XWÎN BISEKINE'    Perîhan Altûg destnîşan kir ku ew wek Dayikên Aştiyê naxwazin li ser dayikan zext û zilm çêbibe. Altûg anî ziman ku girtin û binçavkirinên Dayikên Aşityê bêedaletî ye û divê ev bêedaletbûn ji holê rabe û wiha axivî: “Îro li ser dayikan zext heye. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Bila ev xwîn bisekine. Em ne tenê dayikên kurda e, em dayikên hemû gelên bindest in. Çima îro dayik tên girtin û binçavkirin? Zarokên dayikan tên kuştin û di zindanan de tên girtin. Em edaletê û aştiyê dixwazin. Bijî aştî.”