Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê 2023-08-19 17:12:45 MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di salvegera tayinkirina qeyûman de axivî, got: "Dixwazin demokrasî ji holê bê rakirin. Qethiyen em vê qebûl nakin. Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê."    Li Mêrdînê bi boneya 4'emîn slavegera tayinkirina qeyûman, ên tayinî şaredariyên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hatin kirin, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî hat dayîn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û hevşaredarên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin jî di nav de bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn.   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku AKP li erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayeke kolonyalîst dimeşîne û got: "Di tayinkirina qeyûman de hedefa ewil kurdî û destkeftiyên jinan bûn. Feraseta qeyûmtiyê pergala hevserokatiyê jî wekî dijmin hesiband. Dixwazin demokrasî ji holê bê rakirin. Qethiyen em vê qebûl nakin. Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê."    Aydenîzê bilêv kir ku pêkanînên qeyûman di heman demê de berhema feraseta tecrîdê ne jî û got: "Lê ji bo em van şaredariyên xwe ji wan bistînin, em ê tevî gelê xwe bitêkoşin."    Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê jî bilêv kir ku desthilata AKP'ê bi gelek rê û rêbazan hewl dide hemû nirxên gelê kurd tune bike û got: "Gelê me yê Kurdistanê baş dizane ku polîtîkayên qeyûmtiyê yên dewletê çi ne. Ji ber ku nikarin dewleê bi rê ve bibin û ji ber ku siyaseta desthilatê xitimiya hewl didin welêt bi qeyûman bi rê ve bibin. Qeyûmên li Kurdistanê dagirkerî ye."    Ûçarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li dijî feraseta faşîst hemû qadan rizgar bikin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.