ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-20 09:00:14   * Rojnamevan Pune Aştiyan diyar kir ku Geşt-i Îrşad ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ji qadê vekişiyabû car din vegeriyaye û got: "Ev polîs ji berê zêdetir vegeriyan, lê jin li ber xwe didin."    * Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagiz, ragihand ku di hevdîtinan de rayedarên CPT'yê ku rapora xwe ya der barê Îmraliyê de eşkere nake, gotin: "Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne."    * Nivîskar Resûl Baltaci ku çendî cezayên dîsîplînê yên bûn sedema taloqkirina înfaza wî ji aliyê dadgehê ve hatine betalkirin û car din nehat berdan, ji ber wêneyê ku bi neviyên xwe re kişandiye cezayê dîsîplînê lê hat birîn.   * TMMOB, Komeleya 78’an, TUHAD-FED û KESK li dijî îhaleya projeya ku dixwazin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherînin “Navenda Çandê û Muzeyê” dê li DTSO’yê daxuyaniyê bidin. (11.00)    * Rêxistina HDP’a Îzmîrê dê têkildarî polîtîkayên serdema nû li Eywana Hunerê ya Parka Çandê konferansê li dar bixe. (13.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê 97’emîn meha Komkujiya Pirsûsê de li Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê bên ba hev. (18.00)   * Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Şeyhmûs Ozer ku ji hêla Komeleya Alîgirên Amedsporê bi dirûşma “Na ji tiryak û fihûşê re” li dar xist îro dê li Sehaya Xalîçeyan a Mîryildizê bê lîstin. (20.30)