CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye! 2023-08-20 09:04:39   STENBOL - Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, ragihand ku di hevdîtinan de rayedarên CPT'yê ku rapora xwe ya der barê Îmraliyê de eşkere nake, gotin: "Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ye, 29 meh in tu xeber nayê girtin. Her wiha serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî esas nayên girtin û di bin navê "cezayê dîsîplînê" de tên redkirin.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî vê tecrîdê gelek caran serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) daye. Parêzerên Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de herî kêm 49 caran serî li CPT'yê dane û di hemû serlêdanan de jî xwestine ku CPT berpirsiyariya xwe bi cih bîne.    Her wiha ji bo şikandina tecrîda mutleq a li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin berhevkirin, radestî CPT'yê û Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin kirin. Lê belê hê jî CPT û OHCPR tevnegeriyane.    Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay ku dem bi dem hevdîtinê bi CPT'yê re dike, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û helwesta CPT'yê nirxand.    TÊKILIYÊN CPT Û TIRKIYEYÊ   Yagizay destnîşan kir ku pergala tecrîda mutleq a ku Tirkiyeyê ew kûr kiriye li dijî hiqûqê ye û got ku dewlet bi vê tecrîdê re qanûnên xwe binpê dike. Yagizay destnîşan kir ku hêzên navneteweyî tecrîdê pesend kirine û ji bo helwesta CPT'yê jî ev tişt gotin: "CPT, rapora xwe ya der barê welatê têkildar de, tenê dikare bi pesendkirina wî welatî re eşkere bike. Em li Ewropayê 2-4 mehan carekê miheqeq hevdîtinê bi rayedarên CPT'yê re dikin. Me ev helwest ragihand wan, lê belê divê CPT rîska ku têkiliyên xwe û wî welatî xira bike wergire. Mesela herî dawî ji me re gotin, 'Em nikarin wê rîska ku em pêwendiya xwe ji Tirkiyeyê qut bikin bigirin. Lewma heya ew nebêjin em nikarin raporê eşkere bikin.' Lê ger Tirkiye kar û barên CPT'yê pûç bike, CPT dikare raproê eşkere bike. Ji lew re rapor li cem wan e."    Yagizay bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got ku pergala Îmraliyê jî pergala hêzên navneteweyî ye.    CPT: ŞERT Û MERCÊN ÎMRALIYÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ NE   Yagizay dubare kir ku gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT'yê re kirine û got: "Tiştên ku ew dibêjin û yên me pir nêzî hev in. Tew hema bibêje wekhev in. Û gelek caran dubare dikin. Bi piranî dibêjin, 'Em li ser meseleyê disekinin. Em û Tirkiyeyê di vî warî de nîqaşan dikin.' Mesela tespîtên xwe yên der barê tecrîd û şert û mercên Îmraliyê de yên di rapora 2019'an de, dubare dikin û dibêjin, 'Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Ji bo pêşîgirtina vê em diyalogê datînin.'"   Yagizay anî ziman ku ger tecrîd bê rakirin dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk û got ku ji bo vê jî divê di serî de gelê kurd û dostên wan zorê bidin Yekîtiya Ewropayê û hemû saziyên wê û ji bo vê çalakiyan li dar bixin.   MA / Ergîn Çaglar