Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn 2023-08-20 09:07:21   ÊLIH - Nivîskar Resûl Baltaci ku çendî cezayên dîsîplînê yên bûn sedema taloqkirina înfaza wî ji aliyê dadgehê ve hatine betalkirin û car din nehat berdan, ji ber wêneyê ku bi neviyên xwe re kişandiye cezayê dîsîplînê lê hat birîn.    Resûl Baltaci ku di sala 1992'yan de li Êlihê hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê lê birîn û niha di Girtîgeha Çîlîmlî ya Duzce ya Tîpa T'yê de ye, 11 meh in berdana wî tê astengkirin. Baltaciyê ku ji ber cezayên dîsîplînê berdana wî tê astengkirin, cezayekî dîsîplînê yê nû lê hat birîn.   Baltaci, wêneyên xwe yên bi neviyên xwe û malbata xwe re girtibûn, daye hevalekî xwe yê qawîşê yê hat berdan û jê xwestiye ku wêneyan bide malbata wî. Lê belê wêneyên Baltaci û malbata wî di nava eşyayên girtiyê hat berdan de hatin desteserkirin. Wêneyên hatin destserkirin car din radestî BAltaci hatin kirin. Lê belê îdareya girtîgehê ji ber van wêneyan der barê Baltaci de lêpirsîn da destpêkirin û ji ber vê lêpirsînê cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Nivîskar Baltaci bi rêya telefonê ragihand malbata xwe ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.    ‘ÇIMA JI WÊNEYAN DITIRSIN'   Azad Baltaci, kurê REsûl Baltaci bertek nîşanî cezayê dîsîplînê da. Baltaci got: "Ev yek nîşan dide ku bê hiqûq çi qasî tê eciqandin. Tiştên ji girtîgehê dertên jixwe ji aliyê îdareyê ve tên kontrolkirin. Çima ji wêneyekî ev qas ditirsin? Ji ber wêneyê bi neviyên xwe re girtiye cezayê dîsîplînê lê birîne."    Baltaci xwest demildest dawî li van bêhiqûqîtiyan bê.    MA / Fethî Balaman