Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe 2023-08-20 09:38:21 ŞIRNEX - Gundê Bilbêsê 23 roj in di dorpêça leşkeran de ye. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez çû serdana gund û got ku destûr nayê dayîn gel biçe nav baxçeyên xwe.  Operasyonên leşkerî yên li dijî çoltarê gundê Bilbêsê yê Elkê ya Şirnexê didomin. Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê û di 8’ê tebaxê û 23’yê tebaxê de du caran ketin û derketina gund qedexe kir. Piştî biryara qedexeyê li herêmê tank hatin sewqkirin û herêm ji hêla balafirên şer û helîkopteran ve hate bombebarankirin. Hat zanîn ku ji ber dorpêça leşkerî ya di 29’ê tîrmehê de hatiye destpêkirin, şêniyên gund bi rojan nekarîn biçin nav bax û baxçe û zeviyên xwe. Her wiha destûrê didin ku şivan heta cihekî diyarkirî pez bibin. Dorpêça li ser gundan didome. Di 1’ê tebaxê de bi ser malan de hate girtin û welatiyê bi navê Îzettîn Cîn hatibû binçavkirin. Di 3’yê tebaxê de jî Dadgeha Cezayên Sulhê biryara berdanê da. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê hate girtin.    ŞÊNIYÊN GUND TIŞTÊN JIYAYÎN VEGOTIN    Şandeyeke ku ji Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, di 13’ê tebaxê de çû serdana gundê Bilbêsê. Şêniyên gund qala tiştên bi serê wan hatine kirin û wiha gotin: “Ji ber bombebarankirina herêmê daristan şewitîn. Li hemû giran leşker hatine bicihkirin. Bi rojan destûr nehat dayîn ku em biçin nav bax û baxçeyên xwe û li sewalên xwe binêrin. Me nekarî pezê xwe bidoşin. Her wiha leşkeran hewl dan daristanan bişewitînin lê agir vêneket. Ji ber xwe ve vedimiriya.”    HEFTEYEKÊ AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN   Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ev zêdetirî 8 meh in li Şirnex û navçeyên wê qedexeyeke fiîlî heye û wiha domand: “Ji 29’ê tîrmehê heta niha ketin û derketina li gundê Bilbês ê Elkê li welatiyan hatiye qedexekirin. Me hefteyekê nekarî tu agahiyan ji gundiyan bigirin. Hemû welatiyên li derdoran gund hewl dan agahiyekê jê bigirin lê nekarîn. Vê yekê di serê me de fikar çêkirin. Beriya wê jî li gundê Peyîndas ê Bedlîsê dorpêça leşkerî û operasyon hebû. Li wir gelek gundî hatibûn binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin. Fikarên me çêbûn ku heman tişt li Bilbêsê jî hatibe kirin. Lewma em çûn serdana gund.”    ‘ME DORPÊÇ HETA ASTEKÎ ŞIKAND’   Îrmez, da zanîn ku di ketina gundê Bilbêsê de GBT hatiye kirin û wiha pê de çû: “Ji roja ewil a dorpêçê heta niha cara ewil em çûn. Gund, di heman demê de taxekî Elkê ye. Lê tu peywendî pê re nînin. Bi çûna xwe me ev dorpêç heta astekî rakir. Li gund kesek hatiye girtin û ji bo 2 kesan jî biryara girtinê hatiye dayîn. Li hemû girên bilind ên li dora gund leşker hatine bicihkirin. Tirsê di nava gel de belav dikin. Bi rojan sewalên wan li xwezayê ma ne. Destûr nehatiye dayîn ku şênî sexbêra sewalên xwe jî bikin. Tevî dorpêçê jî şêniyên gund înîsiyatîf girtine û sewalên xwe birine cihekî biewle.”   ‘EM Ê GUNDÊ XWE BERNEDIN’   Bi domdarî Îrmez destnîşan kir ku leşker bi dorpêçê hewl didin gund bidin valakirin û wiha bi dawî kir: “Lê şêniyên gund gotin ku çi dibe bila bibe, dorpêç çiqas dirêj jî bidome dê bi tu awayî gundê xwe vala nekin. Dibêjin; ‘pezê me, rezên me hene ma em ê çawa wan berdin û biçin?’ Dorpêça li ser gund didome. Ji ber dorpêçê fikarên şêniyên gund jî hene. Heta niha walîtiyê ji bo dorpêça heyî tiştek negotiye. Dê dorpêç di 23’yê tebaxê de bê rakirin, em ê dîsa biçin serdana gund.”    MA / Mehmet Guleş - Zeynep Durgut