Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî 2023-08-20 12:40:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Melayê bi navê Mehmet Şukru Dortbudak li Rihayê jin û zarok hedef girtibû. Diyanetê, weke ceza ji mûçeyê Dortbudak 500 lîre birî.    Melayê Mizgefta Mevlana Halîd a Rihayê Mehmet Şukru Dortbudak ê girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê, di axaftinên xwe de pedofîlî parastibû û perwerdeya têkel hedef girtibû. Diyanetê jî ji ber van gotinan “ceza” da Dortbudak. Diyanetê ji ber weazê “pedofîlî”yê cezayê şermezarkirinê û ji ber gotinên dijberî “perwerdeya têkel” jî ceza da ku ji mûçeyê wî 500 lîre bên birîn.    PEDOFÎLÎ PARAST    Dortbudak, jin û zarok li ser cil û bergên wan hedef girt û wiha got: “Mil, sing û her devera zarok li holê ye. Piştre jî dibêjin pedofîlî sûc e. Tu rê li ber pedofîlîtiyê vedikî.” Ji ber van gotinan jî hatibû binçavkirin lê piştî îfadeyê xwe hatibû berdan.    Di weazeke din de jî wiha gotibû: “Em zarokan bidin xwendin. Fermana xwedê ya ewil bixwîne ye. Lê em tenê aliyê xwendinê digirin. Lê bi çi awayî bixwîne. Jin û zilam di nav hev de. Anku bi bêedebî û bêheyayî. Li cihekî ku mamosteyên mêr dersê bidin xwendekarên keç. Li cihekî ku mamosteyên jin ên vekirî dersê bidin xwendekarên kur. Xwedê teala vê pergala xwendinê qebûl nake.”    Ji Komeleya ji Ewil Zarok û Jinê parêzer Hediye Gokçe bertek nîşanî cezayê li Dortbudak hatiye birîn da û weke xelatê pênase kir.