Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma 2023-08-20 13:13:47   DÎLOK - Avahiya 4 qat a li Dîlokê ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştibûyê, dema dihat rûxandin hilweşiya. Operatorê kemçeyê di bin xerabeyan de ma.    Di erdhejên 6’ê Sibatê de xesareke mezin gihiştibû avahiyeke 4 qat a li Bûlwara Zanîngehê ya Taxa Bînevler a navçeya Şahînbey a Dîlokê. Dema avahî dihat rûxandin, bi ser operastorê kemçeyê de hilweşiya.  Operator di bin kavilan de ma. Komên agirkujiyê û AFAD’ê li cihê bûyerê hatin veguhestin û ji bo rizgarkirina operatorî dest bi xebatan kirin.