Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn 2023-08-20 14:52:58   DÎLOK - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê bi boneya 8’emîn salvegera Komkujiya Dîlokê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de hat gotin ku bi komkujiyê re nasnameya kurd hedef hate girtin û dê têkoşîna wan bidome.    Di 20’ê tebaxa 2016’an de DAIŞ’ê li dijî daweta malbateke kurd a li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê êrişeke xwekujiyê pêk anî. Di êrişê de 40 jê zarok 56 kes hatin qetilkirin. Bi boneya 8’emîn salvegera komkujiyê; bi tevlibûna malbatên qurbaniyan, rêveberên rêxistina Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca,  rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêxistinên civaka sivîl li kolana komkujî lê hatibû kirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.  Beşdar, ji avahiya HDP'a navçeya Şahînliyê heta cihe komkujiyê meşiyan.     'KURD JI PEVAJOYEKE QIRKIRINÊ RE DERBAS BÛN’   Di bîranînê de ji ewil Hevseroka HDP'a Dîlokê Ayten Kaya axivî û destnîşan kir ku ev komkujî yek ji komkujiyên li dijî kurda ye û wiha got: “Dîsa mirin bû para kurdan. Hêj jî kurd bi kîmyasalan tên qetilkirin û kurd ji pêvajoya qirkirinê re derbas dibin. Heta ev qeder neyê guherandin dê aştî, wekhevî û azadî neyê vî welatî. Em jî ji bo aştî, wekhevî û aramiyê têdikoşin. Hêviya me ew e ku ev komkujî bi dawî bibin.”   'EM DIZANIN BÊ KA TILIYA KÊ DI VÊ KOMKUJIYÊ DE HEYE’   Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 7 sal derbas bûne lê hêj jî edalet pêk nehatiye. Karaca, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komkujiya Beybahçeyê, yek ji komkujiyên li dijî kurdan e. Lê faîlên wê nehatin cezakirin. Eşkere bû ku dê komkujî were kirin lê pêşî lê negirtin. Em dîsa dipirsin; yên ku pêşî li komkujiya li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê vekirî kî ne? Em baş dizanin bê ka ew kî ne. Me ew kesên digotin ‘piştî komkujiyê dengê me zêde bûn’ ji bîr nekirine. Yên ku kesên tiliya wan di komkujiyê de heye dernexistin holê, nûnerên vîna gelê kurd xistin zindanan. Hêj çendek roj berê di roja şînê de îşkence li Gultan Kişanak kirin. Duh jî êrişî wekîl Omer Ocalan kirin. Kesên îradeya me nas nakin û qeyûman tayîn dikin, tiliya wan di vê komkujiyê de jî heye. Lê bila baş bizanin ku em li vir in û bi hev re ne. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke birûmet bidome.”    'DARIZANDINEKE BIDADILANE NEHAT KIRIN’   Ji parêzerên dozê û Hevserokê Şaxa OHD'a Dîlokê Mûstafa Yalçin jî anî ziman ku komkujî li dijî nasnameya kurdî hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Darizandineke adilane û hiqûqî nehat kirin. Xwestin vê dozê bigirin. Ji bo ku faîlên komkujiyê derkevin holê û bên darizandin, weke OHD’ê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Em ê her tim li cem mexdûran cih bigirin.”    Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn cihê qurbanî lê hatin qetilkirin û bîranîn bi dawî bû.