Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin 2023-08-20 15:42:37   ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha domand: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin.”    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê di çarçoveya xebatên jinûveavakirinê de li Eywana Hunerê ya Parka Kulturê ya Îzmîrê konferansek li dar xistin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk û endamên partiyê tev li konferansê bûn. Pankarta “Em hemû bi hev re li dijî tecrîdê azadî li dijî şer jî aştî” li eywana konferansê hatibû daliqandin.    ‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Elîf Bulut di destpêka konferansê de axivî û wiha got: “Di çarçoveya pêvajoya jinûveavakirinê de me civînên gel û konferans li dar xistin. Em ê li gorî encamên civînan jî nexşerêyekê diyar bikin. Li hemberî me îktîdarek heye ku hemû kesên ji bo mafên xwe têdikoşin weke dijmin dibîne. Divê em li dijî vê bi hev re têbikoşin.”    ‘TECRÎD LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛ’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Em di serdemeke wisa de ne ku tecrîda li ser birêz Ocalan îro li tevahiya welat belav bûye. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê em û hemû kesên li dijî sûcê li dijî mirovahiyê têdikoşin bi hev re tevbigerin. Ji kîjan nêrîna siyasî dibe bila bibe, divê em li dijî bêedaletiyê hiqûqê biparêzin. Di demên pêş de em neçarin ku maf û azadiyan biparêzin.”