Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin 2023-08-20 16:15:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk êrişî noqteya hêzên rejîma Şamê yên li Minbicê kir. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.    Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê îro di danê sibehê de gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin. Hat zanîn ku noqteyên hêzên rejîma Şamê yên li gundên Toxan û Ewn Dadat ên dikevin bakurê bajarê Minbicê bi tank û obûsan hatin topbarankirin.    Li gorî agahiyan, di encama êrişê de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.