Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn 2023-08-20 16:37:30   KOCAELÎ - Li tersxaneyeke navçeya Başîskeleyê şewat derket û 10 karker ji dukêla wê bandor bûn.    Li tersxaneyeke Taxa Sepetlîpinar a navçeya Başîskele ya Kocaeliyê di beşa malzemeyên îzolasyonê ya keştiyekê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Piştî agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê agir vemirandin lê belê 10 karker ji dukêla şewatê bandor bûn. Hat destnîşankirin ku karkerên ji ber dukêlê bandor bûne rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.