Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn 2023-08-20 19:27:19 AMED - Li navçeya Bismilê di navbera du malbetan de şerê çekdarî derket û kesek mir û 23 kes birîndar bûn.    Li navenda navçeya Bismilê ya Amedê du malbetên ku tê gotin ji berê ve xwîne ne ango bi xisûmet in şerê bi sîlehan derket. Hat zanîn ku di şerê sîleh hatin bikaranîn de 23 kes birîndar bûn e.  Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bisim û Amedê û tên tedawîkirin. Ji birîndaran kesek mir û birîndaren din jî tedawiya wan didome. Hat ragihandin ku rewşa 3 kesan giran e.    Ji bo şerê di navbera her du malbatan de mezin nebe, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ketin navberê û hewldanên wan ên aramkirinê berdewam dike.