Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e! 2023-08-20 19:44:01     EDENE - Walîtiya Edeneyê derbarê wê jina ku hewl da êrişî avahiya HDP’ê û Partiya Çepên Kesk a hevpar a Edeneyê bike daxuyanî da û îdia kir ku jina bi navê A.C. dîn e.    Jina bi navê A.C., 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn danî ber deriyê avahiya hevpar a rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a li ser Cadeya Cemal Gursel a navçeya Seyhan a Edeneyê. Kesa navborî di saetên serê sibehê de hate ber deriyê daîreyê û petên şûşe danî wê derê. Jineke ku ev rewş ferq kirî agahî da polîsan. Li ser vê yekê komên polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di encama lêkolîna cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku di hundirê şûşeyên pet de teqemenî û madeyên şewitandinê hene.    Piştî lêgerînê jina ku hewl da êrişî avahiyê bike hat dîtin. Rêveberên partiyan wê li rawestgeha nêzî avahiya xwe dîtin, zeft kirin û radestî polîsan kirin. Hat zanîn ku bi tevî vê jinê vê du jin hatine binçavkirin û jêpirsîna wan didome.   DÎSA HEMAN ÇÎROK: DÎN E   Walîtiya Edeneyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da. Walîtiyê diyar kir ku ev jina hewl daye êriş bike ji A.C. ye û di sala 1997’an de li Osmaniyeyê hatiye dinê. Walîtiyê diyar kir ku A.C. 3 şûşeyên îspîrto û defterek daniye ber deriyê avahiyê. Walîtiya Edeneyê îdia kir ku hişê A.C. ne li serê wê ye û dîn e.