Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan! 2023-08-20 20:06:32   EDENE - Rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê xwestin hewldana êrişa li dijî avahiya xwe şermezar bikin. Polîsan bi hinceta “ewlehiyê” daxuyanî asteng kir.   Jina bi navê A.C., 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn danî ber deriyê avahiya hevpar a rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a li ser Cadeya Cemal Gursel a navçeya Seyhan a Edeneyê û hewl da êriş bike. Rêveberên partiyan wê jinê zeft kirin û teslîmî polîsan kirin.   Endam û rêveberên her du partiyan xwestin li ber Parka Înonuyê saet di saetên berêvarê de daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda ku rêveberên partiyan daxuyanî bidin û asteng kirin. Polîsan hinceta astengkirinê jî “ewlehiyê” nîşan da.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku tu eleqeya astengkirinê bi ewlehiyê re nîne û got: “Divê we van barîkatan ne li pêşiya me we li pêşiya êrişkaran ava bikira.”    Girseya ku li der û dora avahiya partiyan kom bûbûn jî bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî hewldana êrişê û astengiya polîsan dan. Polîsan êrişî girseyê kir û wan dorpêç kir.