Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin 2023-08-20 20:21:10   STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 97’emîn komkujiyê de qurbanî bi bîr anîn û destnîşan kir ku heta faîl bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomîne.    Înîsiyatfa Malbatên Pirsûsê di meha 97’emîn a Komkujiya Pirsûsê de ku 33 kesan canê xwe ji dest da, li ser Cadeya Halîtaxa ya Kadikoya Stenbolê daxuyanî da. Înîsiyatîfê pankarta “Bila dilen me ji bo edaletê lê bide” vekirin û dirûşm berz kirin û qurbanî hatin bibîranîn. Malbatên qurbaniyan, Dayikên Şemiyê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlû, gelek nûnerên rêxistinên sivîl û rêxistinên ciwanan tev li daxuyaniyê bûn.    Endamê Înîsiyatîfê Mûrat Bûdak daxuyanî da û destnîşan kir ku 97 meh in ji bo qetlîam ronî bibe têdikoşin û heta ku hemû faîl hemû bên darizandin dê têkoşîna wan bidome.