Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin 2023-08-20 23:18:23   ŞIRNEX - Şewata di navbera gundên Nêvava û Cifanê yên li Çiyayê Cûdî de derket piştî demek dirêj hat kontrolkirin.    Di navbera gundên Nêvava û Cifanê yên li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewat derketibû. Piştî demek dirêj şewat hat kontrolkirin. Sedema derketina şewatê nehat zanîn. Di demek kin de li der û dorê belav bû. Tîmên agirkujiyê yên bi ser Midûriyeta Daristanê de mudaxileyî şewatê kirin.    Hat zanîn ku şewat piştî bi saetan hatiye kontrolkirin.