Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin 2023-08-21 08:28:37   YOZGAT - Li navçeya Sorgûnê ya Yozgatê otobusa rêwiyan qelibî û di encama qezayê de 12 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.    Otobusa rêwiyan a aydî fîrma Kamîl Koç ku ji Sêwazê diçû Stenbolê li ser rêya Sêwaz-Yozgatê ji kontrola şofêr derket û qelibî. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama qezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn. Mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Yozgatê û navçeya wê Sorgûnê. Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa du kesan giran e.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.