Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê 2023-08-21 08:52:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku tê payîn serdana Bexdayê bike, wê serdana Hewlêrê jî bike.   Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî, ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wê serdana Herêma Kurdistanê bike.   Derbarê roja serdanê de agahî nehatin belavkirin, lê Pêşewa Hewramî ragihand ku wê Fîdan di meha tebaxê de serdana Hewlêrê bike.   Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf jî serdana Hakan Fîdan a ji bo Hewlêr û Bexdayê piştrast kir. Li gorî Ehmed Sehaf serdan wê ji bo guftugokirina pêwendiyên her du welatan û hemû pirsgirêkên di navbera wan de bê kirin.   Sehaf da zanîn ku wê Fîdan meha tebaxê li serdana Bexdayê bike û bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hiseyn, rayedarên pilebilind ên hikûmeta Iraqê re bicive.   Tê gotin wê Hakan Fîdan li Hewlêrê jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re jî bicive.