ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-21 09:00:00     * Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e.    * Malbata Unal bi hev re ji MED-DER’ê dersa zimanê kurdî distînin û hewl didin ku hişmendiya ziman di zarok û derdorê xwe de bidin avakirin.   * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dayikên ku li dijî polîtîkayên şer têkoşîna aştiyê didin hedef tên girtin û gotin: “Divê li dijî şer tevna têkoşînek topyekûn bê avakirin.”   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê li pêşiya Wezareta Dadê bidome.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)    * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Bayram Kaymaz li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (10.00)   * Odeya Bijîşkên Veterîner ên Herêma Amedê ji bo tundiya li dijî veterîneran bi dawî bibe û daxwazên wan bên qebûlkirin dê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. (12.00)   * Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Amedê ji bo balê bikişîne ser tevdîrên di dema hilweşandina avahiyan de ji bo ewlehiya can û tenduristiya mirovan dê li Odeyan Avahîsazan daxuyaniyê bide. (12.30)   * HDP û Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê dê di çarçoveya jinûveavakirinê de li Eywana Hunerê ya li Kulturparkê konferansê li dar bixin. (13.00)   * DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk dê êrişa cendirmeyan a li dijî Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan li gelek bajaran protesto bike. (19.00)