Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin 2023-08-21 09:01:06 AMED - Malbata Unal bi hev re ji MED-DER’ê dersa zimanê kurdî distînin û hewl didin ku hişmendiya ziman di zarok û derdorê xwe de bidin avakirin.   Hişmendiya li ser hînbûna zimanê kurdî her ku diçe baştir dibe. Bi salan e zimanê kurdî li ber xwe dide û her roj jî bo vî zimanê şîrîn xwedî derketin zêdetir dibe. Di vê mijarê de xebatên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku bi salan e ji bo hînkirina zimanê kurdî û avakirina hişmendiyekê dike û hewl dide mijara ziman neyê paşguhkirin. Heta niha gelek kes perwerde kirine û zimanê kurdî gihandin merhaleyeke din. Niha jî malbata Unal ku ji MED-DER’ê dersa kurdî digire ji vê malbatê dê, bav û zarok bi hev re hînî zimanê kurdî dibin. Hediye Tonguç Unal li asta duyemîn, bav Mehmet Fatîh Unal asta yekemîn û zarokê wan Ciwan Mahîr Unal jî di kargeha taybet a zarokan de perwerdehiyê dibînin.    ‘BIBIRYARBÛYÎN TIŞTEKÎ PIR XWEŞ E’   Hediye Tonguç Unal anî ziman ku ew li Stenbolê ji dayik bûye û jiyana xwe li wir derbas kiriye. Unal da zanîn ku malbata wê piranî bi tirkî diaxivî, lewma ew baş hînî kurdî nebûye. Unal diyar kir ku piştî ji bo zanîngehê tê Amedê, biryar dide ku wê kurdî hîn bibe û wiha got: “Kurdî zimanê min yê zikmayî ye. Hinek tirsên min hebûn. Ez difikirîm heke rojekê zarokên min çêbin û bi kurdî nezanibin, vê yekê min pir tirsand. Min jî biryarek wisa da û carna bi stranan, carna bi pirtûkan, carna jî bi kursan ez hîn bûm. Ev salek e ez pir xweş diaxivim. Bibiryarbûn tiştekî pir xweş e. Ez gelek caran çûm kursan lê ji ber ku asta destpêkê tunebû, min bi asta yekemîn dest pê dikir. Asta yekemîn jî kesên kurdî dizanin lê kêmasiyên wan hene diçinê. Lê ya min ne wisa bû, min qet kurdî nedizanî û sala çûyî Egîtîm-Senê asta destpêkê vekiribû. Ez jî çûm wir û min perwerde dît. Pir xweş derbas bû û ez gelek tiştan hîn bûm. Dû re ez derbasî asta yekemîn bûm û min ew jî qedand. Ez dixwazim asta duyemîn, sêyemîn jî li MED-DER’ê xelas bikim.”   ‘HIŞMENDÎ JI BO ME PIR GIRÎNG E’   Unal da zanîn ku axaftina kurdî di jiyana wê de pir girîng e û pir dixwaze bi kurmancî stranan bibêje û pirtûkan bixwîne. Unal destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanê wê ye û dayik û dapîra wê bi kurdî diaxivin lewma divê ew zimanê xwe fêr bibe. Unal diyar kir ku zarokê wan Ciwan Mahîr kurdî nizane û lewma ev yek jî, ji bo wê xemgîniyek e û got: “Hêvî dikim ez hê baştir hîn bibim û Ciwan Mahîr jî hîn bibe. Di nava malê de em kurdî diaxivin, lê ji ber ku hê kêmasiyên min hene carna tirkî jî dikeve nav. Ez û hevjînê xwe dema betlaneyê du saetan rêziman û gramer dixebitin. Ciwan Mahîr jî tiştê bingeh niha hîn dibe. Lê ez dixwazim bila di hişmendiya wî de kurmancî hebe û bila bizanibe ew kurd e. Ev tişt ji bo me pir girîng e, lewma gava ev hişmendî çêbibe ew ê kurdî jî baş hîn bibe.”   ‘KURDÎ ZIMANÊ ME YE’   Mehmet Fatîh Unal jî destnîşan kir ku ji ber ku hevjîna wî kurdî nedizanî wan biryara hînbûyîna zimanê kurdî dane û got ku di mala wan de kurmanciya wan têra wan nedikir ku biaxivin. Unal bi lêv kir ku ji ber kurdî nezanîna hevjîna wî, lawê wan jî hînî tirkî bûye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kurdî zimanê me ye û lewma me xwest zarokê me jî hîn bibe. Hevjîna min dihat vir û hîn dibe ku ji bo zarokan jî kargeh vebûne. Me jî got em lawikê xwe jî qeyd bikin. Min jî digot ez kurmancî dizanim lê belê kêmasiyên min jî pir in. Li ser nivîs û xwendinê ez pir tiştan nizanim. Ji ber vê yekê jî em bi malbatî hatin bûn şagirtên MED-DER’ê. Niha jî em li vir perwerdehiya xwe didomînin.”   ‘KURDÎ ZIMANEKÎ DEWLEMEND E’   Unal diyar kir ku ew û zarokê xwe meh û nîv e tên perwerdehiyê. Unal da zanîn ku hê jî kêmasiyên wan hene û li ser wan kêmasiyan dixebitin. Unal anî ziman ku ew ê asta duyemîn, sêyemîn jî bidomîne û li ser nivîsandin, xwendin, axaftinê bisekine. Unal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em di jiyana xwe de, le her derî, li kolanan, li sûkê zimanê kurdî biaxivin û ev ziman jî bila zimanekî xweş, zelal be. Peyvên xerîb tê de nebin. Piranî tirkî, farisî, erebî peyv di kurdî hene. Rast e ziman tev li hev dibin, lê belê zimanê me zimanekî dewlemend e û li ser her tiştî peyv hene. Em dikarin peyvîn xerîb derbixînin û zimanekî zelaltir biaxivin. Di jiyana me de her tim kurs berdewam dikin, divê em li ser zimanê kurdî biaxivin, hişmendiyekê li ser gel çêbikin.”   MA / Bazîd Evren