Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket 2023-08-21 09:01:41   AMED - Hejmara 192’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji zikreşiyê îxanet dibare” derket.    Rojnameya Xwebûnê di manşeta xwe de cih daye êrişên artêşa tirk ên li başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de. Der barê mijarê de bi rojnameger Azîz Koyluoglû re hevpeyvîn hatiye kirin.  Di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye nûçeya ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû re hatiye çêkirin.   Di rûpelê 3’yan de jî bi Hevserokên nû yên MEBYA-DER’a Amedê re nûçeyek hatiye çêkirin. Her du hevserok xebatên xwe vedibêjin û agahî didin ku wê di demên pêş de konferansek li dar bixin.  Dîsa di heman rûpelê de der barê sercerdevanê ku sala borî li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şivanê bi navê Mûsa Çelîk kuştibû û beriya demekê hatibû berdan de jî nûçeyek hatiye çêkirin û bi parêzer û malbata Çelîk re hatiye axaftin.     Di rûpela kirmanckî ya rojnameyê de ji Osmaniyan heta niha dîroka weqf û komeleyên olî yên di bin kontrola dewletê de hatiye nirxandin û çanda destdirêjiyê ku di wan de hatiye pêşxistin hatiye vegotin.    Her wiha Peymana Lozanê û pêngava 15’ê Tebaxê jî mijara rojnameyê ne.