Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan 2023-08-21 09:46:46 ŞIRNEX - Dorpêça li gundê Bilbêsê ya navçeya Elkê di roja 25’emîn de berdewam dike. Welatiyê bi navê Levent Cîn ê hatibû binçavkirin, hate berdan.    Dorpêça leşkeran a li ser gundê Bilbêsê ya naveçeya Elkê ya Şirnexê di roja 25’emîn de berdewam dike. Leşkeran her çar aliyên gund girtine û kesên dikevin gund jî ji GBT'ê re derbas dikin. Li gel dorpêçê, zextên li ser gund zêde bûne û der barê gelek gundiyan de biryara lêgerînê hatiye dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de welatiyê bi navê Levent Cîn di 19’ê tabaxê de hate binçavkirin. Cîn ê ji bo îfadeyê biribûn Fermandariya Tumena Şirnexê, piştre sewqî edliyeyê hate kirin. Piştî karûbarên îfadeyê Cîn bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Cîn, bi şertên qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hate berdan.    Her wiha di 1’ê tebaxê de jî welatiyê bi navê Îzzettîn Cîn hatibû binçavkirin û di 4'ê tebaxê de sewqî dadgehê hatibû kirin. Cîn, ji ewil hate berdan lê piştre li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate binçavkirin. Îcar jî dadgehê bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" biryara girtinê da û şande girtîgehê.     LI BILBÊSÊ ÇI BÛBÛ?   Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê de ketina sivîlan a çoltarên gundê Bilbêsê ya Elkê ya Şirnexê qedexe kir. Li gel ku walîtiyê got ku qedexe hatiye rakirin jî, qedexeya fiîlî û dorpêça li ser gund domiya. Walîtiyê di navbera 8 û 23’yê tebaxê de careke din ji bo herêmê biryara qedexeyê da. Bi biryara qedexeyê re herêm bi balafirên şer û helîkopteran hate bombebarankirin û li herêmê tank hatin sewqkirin.    Hat destnîşankirin ku li çoltarê gund şer derketiye û 2 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.    Herî dawî di 13’ê tebaxê de şandeyeke ji Parlamenterên Partiya Çepên Kesk  Newroz Ûysal û Mehmet Zekî Îrmez û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  pêk dihat çûbû serdana şêniyên gund.