Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê 2023-08-21 09:54:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 43 hezar û 66 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn û amadehî tev li semîneran bûn û ji bo sala perwerde-hîndekariyê ya 2023-2024’an amadekariyan dikin.    Lijneya Perwerde-Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerde-hîndekariyê de di demsala havînê de dersên branşê û semînaran didin. Amadekarî îsal jî berdewam kirin. Komîsyonên li herêmê hatine avakirin îsal ji serê meha tebaxê ve li bajar, navçe û bajarokan li ser mijarên sazûmanî, ragihandin û felsefeya perwerdeyê sekinînin.    Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xwesar dane Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); li tevahiya herêmê 43 hezar û 66 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî tev li van semîneran dibin. Ji bilî mamosteyên rêveberiyên dibistanan, rêveberiyên perwerdeyên bajaran û desteyên perwerdeyê jî tev li semîneran dibin.   Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rênas Fetah destnîşan kir ku wan li Cizîrê ji bo semîneran derdora 300 komîsyon ava kirine û wiha got: “Di serî de ev komîsyon hatin perwerdekirin û piştre dest bi dayîna semîneran kirin. Armanca me ya ji semîneran ew e ku pergala perwerdeyê baştir bikin, baştir bidin fêmkirin û pratîzekirin.”    Semîner dê di dawiya tebaxê de bi dawî bibin.