Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir 2023-08-21 12:07:51   MELETÎ - Malbata Fecriye Benek a girtî dema ji bo hevdîtinê diçû Gîrtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M'yê li ser rêya Meletiyê qeza kir.    Malbata Fecriye Benek a li Girtîgaha Baybûrtê ya Tîpa M'yê tê ragirtin dema ku ji bo hevdîtinê diçû Baybûrtê, li ser reya Meletiyê qaza kir. Qaza li ser Cadeya Îpekê pêk hat û hat zanîn ku wesayîta ji hember ve dihat û ya malbatê li hev qelibîn û qeza pêk hat. Di encama qezayê de xwişkên Fecriye Benek, Emîne Ozgur û Meryem Benek birîndar bûn.    Her du xwişkan rakirin nexweşxaneyeke taybet, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin û vegeriyan Mêrsînê.